HPG: 11 Gerîlayên din bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

11 gerîlayên din ên azadiyê bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a qirker hatin şehîdxistin.
HPG’ê ragihand li qada Saca ya Şêladiza Amêdiyê 11 gerîla şehîd bûn û tekez kir wan bikaranîna çekên kîmyewî belge kirine û saziyên pêwendîdar dikarin lêkolînê bikin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûn.

HPG’ê der barê berxwedan û şehadeta van gerîlayên azadiyê de, ev agahî bi parve kir:

“Li hemberî êrişa dagirkeriyê ku 14’ê Nîsanê destpê kir, berxwedaneke bêhempa ya dîrokî hat nîşandan.

Xwestin ku di demeke kurt de dagirkeriyê temam bikin lê ev daxwaza wan di ber wan de ma.

Li herêma Zapê, ji meha Tebaxê ve tunelên Şehîd Xursî bi balafirên şer, obus, hawan û teqemeniyên qedexekirî dihatin bombekirin.

Hevrêyên me yên li vê derê, li dijî dijmin çalakiyên bi bandor kirin, mehekê nehiştin ku dijmin xwe nêzî tunelên şer bike, derbên giran lê xistin û gelek alavên dijmin bi dest xistin.”

HPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk piştî êrîşên giran ên mehekê karîbû xwe nêzî vê tunela şer bike û her cûre çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîn û wiha domand:

“Di encama bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî de, 5’ê Mijdarê li tunelên şer ên Şehîd Xursî 11 hevrêyên me şehîd bûn.

HPG: Dîmen hatine kişandin û belgekirin

Wezareta şerê taybet a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de, eşkere kir ku şehadeta van hevrêyên me di şer de bûye, lê derew kiriye.

Eşkere ye ku 11 hevrêyên me bi çekên kîmyewî şehîd bûne, dîmenên wan hatiye kişandin û belgekirin.

Em dikarin dîmenan bidin saziyên pêwendîdar ku mijarê lêkolîn bikin.

HPG: Saziyên peywendîdar dikarin lêkolîn bikin

Em radigihînin yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.”

18’ê Cotmeha 2022’an jî Fermandariya Biryargeha NPG’ê eşkere kiribû ku 17 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûne û dîmenên wan jî bi par ve kirin.

Back to top button