TIRKIYÊ LI DIJÎ BAKURÊ SÛRIYÊ “FERMANA SEFERBERIYÊ” DA

Di çarçoveya gefên dewleta Tirk li ser xaka bakurê Sûriyê, rêjîma Tirk ji bo navçe û bajarên li ser xeta sînor ‘fermana seferberiyê’ da.

 

Piştî serokomarê dewleta Tirk Erdogan ragihand ku wê li dijî bakurê Sûriyê operasyoneke nû ya dagirkeriyê pêk bîne, Wezareta Karê Hundir ji bo herêmên ser sînor ‘fermana seferberiyê’ şand.

Fermana bi sernavê ‘Di Çarçoveya Tevgera Derveyî Sînor de Tedbîrên bên Girtin’ hat.

Ev ferman bi taybet ji bo baskên jendermeyan, midûryetên emniyetan, odeyên koçberiyê ya bajar, baskên rê, Şaxên Sor a Tirk, şaredarî û qeymeqamên navçeya Riha û Mêrdînê re hat şandin.

 

Leave a Reply

Back to top button