Sênatorê demokrat ê kongresa Emerîkayê Sheldon Whitehouse got, dema hatiye da ku helwestek xurtir li hember Tirkiyê were girtin.
Paymengeha Hudson a Amerîkî ya lêkolînan hevdîtinek bi sênatorê demokrat a Kongreya Emerîkayê Sheldon Whitehouse re çêkir.
Whitehouse behsa agefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peymana moşekên Rûsyayê û çaranûsa Tirkiyê di NATO`yê de kir.
Whitehouse got:
“Ez hertim piştevanê kurdan bûm.
Bi texmîna min kedên Kurd li Rojhilata Navîn gelek kêrhatî ne.
Erdogan zilamek gelek xeter e û divê rêgirtina li pêşiya dubarekirina komkujiyên Ermen ên ku Osmaniyan pêk anîne were girtin.
Girêdayî çaranûsa Tirkiyê di NATO`yê de Whitehouse got: “Ev tiştek rezîl e û dihêle mirov ne rehet be.”