PENTAGON: DAIŞ XWE LI SÛRÎ Û IRAQÊ ZINDÎ DIKE

Piştî têkibirna çeteyên DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê, xeteriya jinûve vegera DAIŞ’ê derdikeve holê.
Piştî NY, Wezareta Parstinê ya Emerîka hişyariyê dide ku, DAIŞ’ê xwe li Sûriyê û Iraqê rêxistin dike û metirisya vegera wê heye.

 

Pişkinerê giştî yê Pentagonê di raporekê de diyar kir ku, piştî vekişîna beşekî ji hêza Emerîka, careke din DAIŞ li Sûrî xuya dibe û xwe li Iraqê jî bi hêz dike..

Rapora Pentagonê balê dikşîne ser şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û dibêje, tevî têkçûna DAIŞ’ê jî, lê belê xwe li van herdû welatan komî ser hev dike û çalak dibe.,

Hêzên Sûriya Demokratîk 23 Adarê serketina xwe li dijî ragihand, lê belê QSD’ê teqez dike ku, hîna xetriya DAIŞ’ê li ser herêmê heye..

Bi taybetî ku ev demeke şaneyên razayî yên DAIŞ’ê êrîş û teqînan li herêmê pêk tînin..

Ev kirinê ku çavdêr û şîrovekar weke hewldanan zindîkirina DAIŞ’ê bi nav dikin..

Ev hişyarî di wextekê de tên ku, gefên Dewleta Tirk li herêmê dewam dikin..

Ji xwe QSD’ê û Pentagonê jî, ragihandin ku, êrîeke Dewleta Tirk, wê alîkariyeke mezin bide zindîkirina DAIŞ’ê..

Leave a Reply

Back to top button