MEZLÛM EBDÎ: ARMANCA DEWLETA TIRK JI HERÊMA EWLE DAGIRKIRIN E

Eger Dewleta Tirk êrîş bike, em ê tevahiya hêza xwe bişînin enyên şer..wê ev jî rê li pêşiya vegera DAIŞ’ê veke. Ev axaftina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî ye..Ebdî her wiha diyar kir ku, ew li gel diyalogê ne, lê aramnca Dewleta Tirk ne aramî ye, dixwaza wê ew e ku li herêmê bi cih bibe..Mazlûm Ebdî teqez kir ku, divê bê zanîn, eger hewldanên James Jeffreyê têk biçin, sedem ne QSD’ê ye.

Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bersiv da pirsên beşa Ingilîzî ya radyoya Dengê Emerîkayê..

Li ser pirsa, li hemberî gefên dewleta Tirk ên ketina herêmên Bakurê Sûrî, encamek çawa ji hevdîtinên li gel rayedarên koalîsyonê derket, Ebî ev bersiv da:

Em gefên dewleta Tirk ciddî digrin dest. Armanca wan dagirkirina deverên ku hêzên me ji DAIŞ’ê rizgarkirine . Eger dewleta Tirk bi êrişê rabe, wê bandoreke xerab li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike. Ji ber vê çendê koalîsyona navdewletê ne alîgirê şer e.

Ji aliyê me ve jî em gotiye, em amadene pirsgirêka bi riya diyalogê çareser bikin. Heta niha ji bo astengkirina şer, ti lihevhatine tine ye. Lê belê hewldan dewam dikin.

Em di wê baweriyê de ne, eger Emerîka bixwaze dikare li hemberî êrişa dewleta Tirk bibe asteng û ji bo aştiya herêma bi roleke girîng rabe.

Weke encam em dikarin bêjin, eger hewldanên rêzdar James Jaffry têk biçin, divê were zanîn ku wê sedema vê yekê ne em bin.

MEZLÛM EBDÎ: ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK WÊ DESTKEFTIYÊN ME Û HEVKARÊN ME TÊK BIBIN

Têkildarî pirsa eger dewleta Tirk detswerdana leşkerî kir, wê ev yek bandoreke çawa li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike, fermandarê QSD’ê ev nirxandin kir:

Encama şer wê malkambaxî be. Hemû destketiyên me û yên hevkarên me wê li ber têkçûyînê bin. Ev şer beriya her tiştî wê hêzeke mezin bide DAIŞ’ê û careke din êrişa li dijî deverên rizgarkirî zêde bibe.

Em eşkere dibêjin, eger hat û şer destpê bike, wê hemû hêzên me berê xwe bidin eniyên pêş. Bi vî awayî wê piraniya deverên rizgarkirî ji bo destwerdana DAIŞ’ê vala bimînin.

MEZLÛM EBDÎ: ARMANCA DEWLETA TIRK JI HERÊMA EWLE DAGIRKIRIN E

Li ser konsepta dewleta Tirk a avakirina devera binavê “Herêma Ewle” jî Mazlum Ebdî wiha axivî:

Dewleta Tirk ji dîrokê ve dijminahiya gelê Kurd dike. Hedefa wê a sereke qirkirina Kurdan e. Bi ti awayî qebûl nake ku Kurd azad bibin.

Eger armanca ji avakirina devereke ewle, aramiya jiyana xelkê herêmê be, ev mijareke din e. Lê ya dewleta Tirk dixwaze bicihbûne. Yanî plan dike ku herêmê dagir bike. Wê vê yekê bi rêya komên mîna Cebehet El Nusra ê yên dijminahiya Kurdan dikin pêk bîne. Lewma ne mumkune em vê daxwaza wan qebûl bikin.

Ji dagirkirina Efrîn û deverên din jî eşkere bû ku dewleta Tirk bi tevgerên dagirkeriyê demografiyê dughere û dibe sedem koçberiya bi deh hezaran. Lewma em ê bi ti awayî hebûna baregehên Tirk li herêma xwe qebûl nekin.

 

Leave a Reply

Back to top button