GUVEN JI SEROKA PARLAMANA HERÊMÊ XWEST JI BO RAKIRINA DORPÊÇA LI SER MEXMÛRÊ ROLA XWE BILÎZE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi rêya telefonê ji Seroka Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê Rêwas Fayeq Huseyîn xwest ku ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê bi rola xwe bileyîze.

 

Rêwas Fayeq jî ji Guven re got, ew ê ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê bikevin nava hewldanan.

Her wiha Guven, Rêwas Fayeq pîroz kir ku weke yekem jine bû Seroka Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê û hêvî kir ku di têkoşîna jinan de rolek diyar ker bilîze.

Pişrî bûyera 17’ê Tîrmehê Asayîşa PDK’ê ev 21 rojin li ser wargeha Mexmûrê dopêç ferz kiriye

Leave a Reply

Back to top button