ŞERVANÊ QSD’Ê MACID UMER LI TIRBESPIYÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Macid Umer li goristana Şehîd Dilşêr oxirkirin.

 

Şervanê QSD’ê Macid Umer bi nasnav Hemze di pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li gundewarê Dêrazorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîd Dilşêr a li gundê Dugur ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê YPG’ê, Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û rola şehîdan di avakirina civakeke azad û demokratîk de destnîşan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button