“CPT xizmetî siyasetên dewleta Tirk a dagirker dike”

Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê Îmad Teteryan tekez kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan wê çalakiyan dewam bikin.

Îmad Teteryan diyar kir ku divê CPT′ê tiştê di hundirê girtîgeha Îmraliyê de pêk tê eşkere bike û got :

“Tecrîda li dijî rêber Ocalan derexlaqî û derqanûnî ye..

Divê CPT′ê bersivê bide xwestekên gelê li tevahî parçeyên Kurdistanê ..

Divê dewletên cîhanê zextê li dewleta Tirk bikin ku parêzer û malbat rêber Ocalan bibînin..

Teteryan balkişand ser armancên dewleta Tirk ji tecrîdê û wiha pê de çû:

“Armanca dewleta Tirk ew e ku gel û rêbertî ji hev bi dûr bixe ..

Her wiha projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.”

Îmad Teteryan tekez kir ku çalakiyên wan ji bo azadiya Rêber Ocelan dê dewam bin .

Back to top button