”Tirkiyê bi êrişên xwe derfet li pêş şaneyên DAIŞ’ê vekir”

Rûspî û eşîrên Reqayê diyar kirin ku êrişa li Reqayê ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve pêk hat û gotin:
”Yek ji planên dewleta Tirke ku hemwextî gelên Herêmê bi êrişan re mijûl dibe ev êriş rû da.” 

Şêxê eşîra El Cebat li Reqayê Telal El-Sîbat diyar kir ku wan ji bo jiyana bi ewle gelek berdêl dan û got:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêş şaneyên DAIŞ′ê derfet vekir û alîkariya wê di êrişên li dijî herêmê de kir.

Em jî amade ne parastina xaka xwe bikin û bang li şêniyan jî dikin ku pabendî biryara qedexeya derketinê bin.”

”Ajandayên derve hewil didin aramiya herêmê têk bibin”

Şêxê eşîra El Xanim El Zahêr Mistefa El Ebdî jî wiha got:

”Ajandayên derve hewl didin ku ewlekarî û aramiya herêmê têk bibin.

Dewleta Tirk jî hewl dide DAIŞ’ê ji nû ve li herêmên ku bi saya fedekariya şehîdên me hatin rizgarkirin zindî bike.

Em şêx û rûspiyên eşîran amade ne bi zarokên xwe parastina vê xakê heta serkeftinê bikin.”

Back to top button