Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Hemîd El-Abid diyar kir ku şêniyên Girê Spî ti carî dagirkeriya dewleta tirk qebûl nakin.
Hemîd El-Abid got: Xwediyê rastîn ê vê herêmê em in.
Şêniyên Girî Spî şer naxwazin aştiyê dixwazin.
“Ev serê çar salan e ku em Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen li vê derê bi hev re dijîn.
Li vê derê tu mafên gelan nehatiye binpêkirin.
Dewleta tirk bi çi hicetê dixwaze herêmên me dagir bike.
Hemîd El-Abid bang li şêniyên Grê Spî yên çûne tirkiyê kir ku vegerin cih û warê xwe.
Lê kesên komkujî kirine, sûc kirine û destê xwe di rijandina xwîna zarokên herêmê de heye divê werin ceza kirin.