LI AVGANISTANÊ TEQÎNEKÊ RÛ DA HETA NIHA 95 KES BIRÎNDAR BÛNE

Vê sibê zû, paytexta Avganistanê Kabul, çavên xwe li teqîneke mezin vekir. Di encamê de bêhtirî 95 kes birîndar bûn. 

Berpirsên hikumeta Avganistanê ragihand ku îro erebeyek bombebarkirî li derveyê navenda polîsan li Kabula paytext teqiya.

Di encamê de, herî kêm 95 kes birîndar bûn, piraniya wan jin û zarok in.

Teqîn di saetên sibê de bi rêya xwekujekî çêbû.

Tevgera Talibanê jî ev yek bi daxuyaniyekê girt ser xwe û got:

Hejmareke kuştî û birîndar di nava polîsan de çêbûn.

 

Leave a Reply

Back to top button