LI ELMANYAYÊ, JINEK BI TAWANA GIRÊDANA WÊ BI DAIŞ’Ê RE HAT GIRTIN

Li Elmanyayê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve jineke Elmanî bi tawana girêdana wê bi çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê, hat girtin.

 

Li gorî hat zanîn ku jina Elmanî Sîbil H, ku navê wê bi temamî nehat belavkirin, bi tawana kirina sûcên şer û rahiştina çekan tê girtin.

Her wiha jina Elmanî bi hevserê xwe re di sala 2016’an de berê xwe da Sûriyê û tevlî DAIŞ’ê bûn û di dawiyê de berê wan giha Mûsila Iraqê.

Li Mûsilê jî hevsrê wê di nexweşxaneyên DAIŞ’ê de dixebitî.

Dema DAIŞ li Iraqê têk çû, jina Elmanî û hevser xwe neçar man ku berê xwe bidin bakurê Iraqê, heya ku di sala 2017’an de li wir hatin binçavkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button