HRE: LI NAVÇEYA ŞERAYÊ 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku wan êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Şewarixa û Malikiyê yên navçeya Şera şikandin û di encam de 7 çete hate kuştin.

 

Navenda Çapemenî û Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gundên navçeya Şera ya Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyanî de ev agahî hate parvekirin:

6’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarixa û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera top baran kirin.

Piştî êrîşê çeteyên ku xwestin pêşve werin rastî bersiva hêzên rizgarî hatin di encama şerê 2 saetan de êrîş hate vala derxistin û 7 çete hate kuştin.

Herwiha hêzên rizgariyê bi çekên giran ve navendekî artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Meryemîn kirin armanc. Di encam de 2 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.

Piştî rojekê ji çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrîn li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker,
îro balafirên dewleta Tirk ên keşfê li asîmanên navçeya Şera û kantona Şehbayê geriyan.

 

Leave a Reply

Back to top button