LI HERÊMA CIZÎRÊ JINEKE AMADEKARIYA ÊRÎŞEKE XWEKUJÎ DIKIR, HAT GIRTIN

Hêzên Antî-Teror li Herêma Cizîrê jineke DAIŞ’î ku amedekariya êrîşek xwekujî dikir, girtin.

Hêzên Antî-Terorê jineke (20) ku hevjînê wê yê DAIŞ’î sala 2016’an de hatbû kuştin, girt.

Jina DAIŞ’î amedekarî dikir ku sibeha roja Cejna Qurbanê xwe li naverasta bajarê Qamişlo biteqîne.

Şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên xwe li herêmê piştî gefan zêde kirin.

Bi sedema teqîn û kiryarên terorîst li gelek bajarên Herêma Cizîrê pêk tînin.

Hêzên Antî-Terorê jî dest bi pêngava li dijî şaneyên razayî kiriye.

Doh jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Navçeya Serêkaniyê sehrîceke avê ya bombebarkirî, bêbandor kir.

 

Leave a Reply

Back to top button