”Dewleta Tirk rêjeya ava Firatê kêmtir kiriye”

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrîn) Endizyar Hemûd El Hemadîn destnîşan kir ku ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê, neçarmane ku zêdetirî 18 saetan bendavê bisekinîn.

Endizyar Hemûd El Hemadîn diyar kir ku ji nêzî 11 mehan ve rêjeya ava Firatê hîn zêde nebûye û got:

”Mewsimê avdanê dest pê kiriye û di rewşên hewayî yê zehmet de pêwîstî bi kehrebeyê heye û rewşa Firatê jî berçav e.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê, em neçar man ku zêdetirî 18 saetan bendavê disekinîn.

Tevî rewşa baş a hewayê jî dewleta Tirk rêjeya ava Firatê ji bo nîvî û hincaran kêmtirî nîvî kêm kiriye.”

”Eger rewş wiha dewam bike dê kerasetên mirovî rû bidin”

Endizyar Hemûd El Hemadîn da zanîn qonaxa depokirina avê ku di zivistanî de ye veguheriye qonaxa bikaranînê û got:

”Eger rewş di havînî de wiha dewam bike bi teqez em ê li pêşberî karesatên mirovî bibin.

Divê rêxistinên mirovî zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêjeya ava Firatê wek berê bike û herêmê ji kareseteke jîngehî biparêzin.

Back to top button