Li Parîsê nobeta edaletê di roja 9’an de didome

Kurdistanî û dostên wan ji bo Fransa aliyên ku pişt komkujiyê eşkere bike li Parîsê Nobeta Edaletê dane destpêkirin.
Nobeta Edaletê di roja 9’an de didome.
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç diyarkirin ku ewê hesabê komkujiyê bipirsin.
TJK-E û KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke ragihand 3’ê Çileya 2023’an li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê ji bo sê şehîdên Parîsê merasîmek pêk bê û ji bo welat sê şehîd bê rêkirin

23’yê Kanûnê li Parîsê li dijî navendeka Çand û Hunerê a Kurdan êrişek pêk hat..

Di encama êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û Welatparêzê Kurd Abdurehman Kizil şehîd bûn..

Lê ji roja Komkujiyê heta niha Fransayê hêzên li pişt vê komkujiyê eşkere nekiriye.

Kurdistanî û dostên wan ji bo Fransa aliyên ku pişt komkujiyê eşkere bike li Parîsê Nobeta Edaletê dane destpêkirin.

Nobeda Edaletê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya di roja 9’an de didome.

Ji her temenî, ji her neteweyê mirov serdana Navendê dikin.

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî ku serdana Navendê kir, êşa malbatên şehîdan parve kir.

Zubeyîr Aydar diyarkir ku Fransa dixwaze êrişê weke êrişeke nîjadperestî bide nîşandan lê ev êriş êrişeke siyasî ye û hedefa êrişê jî heval Evîn bû.

Berdevkê CCAF’ê: divê bê dîtin ku êrîşeke terorê ye

Yek ji kesên ku bi navê saziyê serdana Navendê kir, Berdevkê Koordînasyona Saziyên Ermen ên li Fransayê (CCAF) Franck Papazîan bû.

Papazîan piştî ku serdana malbatan kir, bersiv da pirsên çapemeniyê û got:

“Me polîtîkayên dijminatiyê yên dewleta Tirk li Qerebaxê dît. Ev êrîşa li Parîsê ya li dijî Kurdan li gorî min êrîşeke terorê ye.Divê Fransa li gor wî tevbigere..

Yuksel Koç: Eşkereye ku ev komkujî ji aliyê Tirkiyê de hatiye kirin

Her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç têkildarî komkujiya 23’ê Kanûnê ya li Parîsê ji ANF’ê re axivî.

Yuksel Koç diyarkir ku komkujiya 23 kanûnê berdewamiya komkujiya 9’ê Çileye û got.

Berpirsyarê vê komkujiyê dewleta Tirk e, Enqere ye. Planeke wan e. Eşkere ye ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Koç bang li Fransayê kir ku serî li ber gefên Tirkiyeyê netewînin, hesab jê bixwazin.

Wê cenazeyên sê şehîdên Parîsê 3 Çileya 2023’an de ji bo welat were şandin

TJK-E û KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke ragihand 3’ê Çileya 2023’an li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê ji bo sê şehîdên Parîsê merasîmek pêk bê û ji bo welat sê şehîd bê rêkirin.

TJK-E û KCDK-E daxuyaniyek hevpar dan û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi awayek xurt tev li merasîma bîranîn ûrêkirinê bibin.

Back to top button