Partiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê li dijî operasyonên artêşa Tirk li sinor û hewldanên êrîşkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek hevpar dan.Partiyan gotin: Şer û dagirkerî çareseriyê bi xwe re nayne.Em bang dikin ku ev mijara bi rêya diyalog û muzakereyên demokratîk û aştiyane were çareser kirin.
9 Partiyên Kurdî KCD, HDP û DBP jî di nav de, li dijî operasyonên artêşa Tirk li ser sinor û hewldanên êrîşkirina Herêma Bakur û Rojhilatên Sûrî daxuyaniyek hevpar dan.
Partiyên Kurd bi tevlîbûna nûnerên partî û rêxistinên Kurd li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyanî da.
Daxuyaniya Kurdî Endamê Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê PDK-T’ê Ozan Kardaş xwend.
Kardaş, daxwazên hevpar ên partiyan rêz kir û wiha got:
“Em wek partî û rêxistinên li ser van xalên li jêr li hev dikin;
EM DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIN
Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Başûrê Kurdistan û Rojava şermezar dikin.
Divê dawî li vê dagirkerîyê bê anîn û leşker bên vekişandin.
DIVÊ SAZIYÊN MAFÊ MIROVAN BI ERKÊ XWE RABIN
Di serî de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî , NATO, Konseya Ewropayê , Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên navnetewî dikin ku yên dixwazin axa Heremê Başûrê Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin.
JI ŞER Û DAGIRKERIYÊ RE NA
Em ji gelên Tirkiyê, îranê, gelên herêmê, kesên demoqrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê re bibêjin ” ji şer û dagirkerîyê re NA!”
XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERKEVIN
Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê derkevin.
Li hemberî pirsgirêkan dev ji berjewendîyên partî berdin û bi berjewandiyên kurdistanê bifikirin.