BALYOZXANEYA EMERÎKA LI ENQERAYÊ: ME LI SER ODEYA ÇALAKIYAN A HEVBEŞ LI HEV KIR

Balyozxaneya Emerîka li Enqereyê di dawiya giftugoyên Emerîka-Tirkiyê de yên ku ji sê rojan ve berdewam in daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de 3 bendên serekê yên hevdîtinê eşkere kir.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Şandeya DYE`yê bi şandeya Tirkiyê ya leşkerî ya wezareta parastinê ya Tirkiyê re civiya da ku planên koordîneya avakirina herêma “ewle” li Bakurê Sûriyê nîqaş bike.

Bendên ku her du alîyan li ser li hev kirine ev in:

-Pêkanîna tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya ser sînor.

-Avakirina odeyeke çalakiyan a hevbeş li Tirkiyê di zûtirîn dem de.

-Avakirina korîdora aştiyê û ji bo vegera penaberên sûrî ji welatê xwe re ked bê dayîn.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/seferetxaneya-emerkay-bendn-ku-bi-tirkiy-re-lihevkirine-eskere-kir-h20163.html

 

Leave a Reply

Back to top button