MSD: ARMANCA GEFÊN TIRKIYÊ TINEKIRINA TECRÛBEYA DEMOKRATIK E

Meclisa hevserokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê têkildarî gefên domdar ji aliyê dewleta Tirk ve li ser bakurê Sûriyê civînek li dar xist û diyar kir ku armanca gefên Tirkiyê tinekirina tecrûbeya demokratik e.

 

Meclisa hevserokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê vê sibehê, civînek li navenda bajarokê Eyn Îsa li dar xist.

Di civînê de ji hêla hevseroka Meclisê Emîne Umer û piraniya endamên Meclisê ve hin nîqaş derbarê astengiyên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî tunekirina leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, hatin kirin.

Li aliyekî din beşdaran werşeyên xebatê yên ku Meclisê li derve pêk anîne, nirxandin û îşaret pê kirin ku bi helwestên erênî ji hêla oposîzyona netewî ve hatine qebûlkirin, i ber ev proje modela yekane ya çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Her wiha hat diyarkirin ji tevahî aliyan re ji bo diyalogê, weke Rûsya û rejîma Sûriyê da ku pirsgirêkên heyî çareser bibin, vekirî û amade ne.

Endamên Meclisê destnîşan kirin ku ger tevahî rêyên dîplomasî vala çûn, wê bi hemû hêza xwe parastina herêm û destketiyan were kirin.

Beşdaran gotin ku parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê berpirsiyariya aliyên leşkerî ye, lê belê berpirsiyariya hemûyan e.

Beşdaran girîgî da zêdekirina lidarxistina kedên dîplomasî li ser astên erebî, herêmî û navdewletî.

Di dawiya civîna Meclisa hevserokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê de bang hat kirin ku rêjîma Sûriyê bi erka xwe ya parastina seweriya xaka Sûriyê rabe.

Her wiha bang li tevahî hêzên neteweyî yên demokratîk kir ku parastina welatê xwe bikin.

Beşdaran biryar stand ku nameyê ji aliyên navneteweyî û YE’yê re rêke da ku fişarê li Tirkiyê bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button