Li Kanada kirîna xanî bû biyaniyan hat qedexekirin

Li Kanadayê, kirîna xaniyan heta du salan li kesên biyan hate qedexekirin.
Destûrên rûniştina daîmî û penaberan ji derveyî biryarê hatiye hiştin.

Hate diyarkirin heta sala 2025’an wê kesên biyan nikaribin xaniyan bikirin.

Ji bo penaber û kesên mayînde hinek îstîsna hatine diyarkirin û ev qanûn ji bo xaniyên li bajaran e.

Xaniyên li havîngeh û yên tûrîstîk derveyî vê ne.

Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû sala 2021’an di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de ev tişt pêşniyaz kiribû.

Partiya lîberal a Trûdeaû diyar kiribû kesên biyan bihayê xaniyan zêde dikin û kesên ji Kanadayê êdî nikarin xaniyan bikirin.

Ev qanûn di bihara borî de hatibû qebûlkirin.

Li gorî hinek pisporan wê ev tevdîr probleman çareser neke.

Ji ber ku li Kanadayê hejmara kesên biyan ji sedî 5 hindiktir e.

Li gorî pisporan divê xaniyên nû werin çêkirin.

Back to top button