BEDRAN ÇIYAKURD: GER TIRKIYE PLANÊN XWE PÊK BÎNE, WÊ “CENGEK MEZIN” ÇÊ BIBE

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran ÇiyaKurd diyar kir ku, hîna encamên danûstandinên Emerîka û Tirkiyê ne zelal in..
ÇiyaKurd destnîşan kir ku eger Tirkiyê planên xwe pêk bîne wê Cengeke Mezin li herêmê rû bide û hiyşiyariya dkertina DAIŞ’ê û encamên xerab da..
Bderan ÇiyaKurd her wiha teqezî li ser diyalgê kir û ew weke strtejiya xwe bi nav kir..
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser îşaret bi helwesta welatên Ewropayê kir û diyar kir, bêdengiya wan, xizmeta çareseriyê û tinekirina terorê nake.

 

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran ÇiyaKurd têkildarî gefên Dewleta Tirk li herêmê û danûstandinên navbera Emerîka û Tirkiyê, bersiv da pirsên Reutersê.

Li ser pirsa, eger Tirkiyê êrîşê pêk bîne wê çi rû bide, Bedran ÇiyaKurd wiha got..

Eger hewldanên Emerîka têk çûn û Dewleta Tirk planên xwe pêk anî ango êrîş bike wê “Cengek Mezin” çê bibe.

Di êrîşê de, wê hemû hêz li ser sînor belav bibin.

Bi vê yekê re ne dikarin li dijî şaneyên razayî ên DAIŞ’ê operasyonan pêk bînin û ne jî zêrevaniya bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê bikin.

BEDRAN ÇIYAKURD: BÊDENGIYA EWROPAYÊ, XIZMETA ÇARESERÎ Û TINEKIRINA TERORÊ NAKE

Têkildarî danûstandinên navbera Emerîka û Tirkiyê, Şêwirmend Bedran ÇiyaKurd vê bersivê dide.

Hîna encamên danûstandinên Emerîka û Tirkiyê ne zelal in.

Çareseriya siyasî û diyalog ji bo me stratejî ye.

Lê eger hemû hewldanên herêmî û navdewletî têk çûn, wê demê şerekî mezin li pêşiya me ye.

Ev şer jî wê kampaxiyeke mezin bi xwer re bîne.

Berpirsên QSD”ê bi riya danûstandinên bi dewletan re hewl didin ti şer çênebe.

Lê belê bêdengiya Ewropa xizmeta çareseriya siyasî û tinekirina terorê nake.

BEDRAN ÇIYAKURD: HELWESTA RÛSYA NE CIDÎ YE

Şêwirendê Rêveberiya Xweser Bedran ÇiyaKurd helwesta Emerîka û Rûsya wiha dinirxîne..

Helwesta Rûsya ji bo astengkirina êrîşê, ne cidî ye..

Hewldanên Emerîka hene, lê pêwîstiya wê bi piştgiriyeke navdewletî heye..

Leave a Reply

Back to top button