HDP’ê li ber Wezareta Edaletê ya li Enqerê li dijî tecrîdê di nobetê de ye

Parlementerên HDP’ê ku ber bi Wezareta Edaletê meşiyan û hatin astengkirin carek din ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber bang li Wezareta Dadê a tirk kirin.
Parlementeran anî ziman heta ku tecrîda li dijî Rêber Apo were rakirin ew ê nobeda xwe bidomînin

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo 21’ê Kanûnê li ber Wezareta Dadê yê Enqereyê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.

Parlementeran îro jî ji bo çalakiya xwe bidomînin ber bi Wezaretê ve dest bi meşê kirin.

Li ber Deriyê Dîkmenê yê meclîsê, polîsan dîsa derbasbûna parlementeran asteng kirin.

Parlamenteran li cihê hatin astengkirin daxuyanî dan.

Li ser navê parlamenteran, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari axivî û destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye modela rêveberiya tecrîdê.

Parlementerên HDP’ê: Heta rakirina tecrîdê wê çalakiya me bidome

Tulay diyar kir ku desthilatdarî dixwaze tevahiya siyaseta muxalîf tecrîd bike û got:

“Tirkiye bi tecrîda girankirî dikeve sedsala duyemîn a komarê.

Pergala tecrîda li Îmraliyê ji geşedanên siyasî yên li Tirkiyê qut nîne.

Îradeya gelê Kurd tê tecrîdkirin.”

Tulayê anî ziman ku kûrkirina şer û girankirina tecrîdê wê nebe çareserî û îşaret bi pêşniyazên Rêber Apo ên ji bo çareseriyê kir.

Parlementera HDP’ê Tulay bang li Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag jî kir ku têkildarî rewşa li Îmraliyê daxuyaniyekê bide û got:

“Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan neyê rakirin, em ê tevî astengiyan jî vê nobedê bidomînin.”

Back to top button