HPG: Li Zapê 2 leşkerên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran çalakiyek kirin.
Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Li gorî vê

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

1’êw Çileyê li dijî dagirekrên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin.

Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Derbarê êrîş û sûcên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê di daxuyaniya xwe de got:

Dagirkeran carekê bi bombeyên qedexekirî, 3 caran bi balafirên şer

Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand.

Back to top button