“Civîna sêalî li Mosko komployek li dijî gelê Sûriyê”

4 partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş civîna sêalî ya wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê wek komployeke li dijî gelê Sûriyê bi nav kir û rola Rûsyayê jî şermezar kir.

28’ê kanûna 2022’ê, hat ragihandin ku civîneke sêalî li Mosko bi beşdariya Wezîrê parastinê yê Hikumeta Şamê û wezîrên parastinê yê Tirk û Rûsiyayê bi amadebûna berpirsên istîxbaratê yên van dewletan hatiye lidarxistin.

Partiya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Yekitiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê, li ser vê civînê daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Ev civîna biguman ku encamên wê nehatin eşekirin, komployeke mezin li dijî gelê Sûriyê.

Dê encamên vê komployê li ser hemû xebatên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê xetere bin.

Hat diyarkirin ku rejîma Şamê û ya Tirkiyê sedemên dirêjkirin û kûrkirina aloziya Sûriyê ne.

Her lihevkirin an jî peymanek di navbera herdu rejîman de, nakevin xizmeta gelê Sûriyê û hêviyê wê.

Lê belê dikevin xizmeta berjewendiyên herdu aliyan û siyasetên wan ên xirabker li herêmê.

Partiyan destnîşan kir ku armanca sereke ya civînê ew e ku li ser têkbirina doza kurdî, projeya Rêveberiya Xweser û tunekirina QSD’ê li hev bikin û hate gotin:

Em her civîn anjî lihevkirineke ku çareseriyeke rasteqîn ji aloziya Sûriyê nebîne, red dikin.

Her weha helwesta Rûsyayê şermezar dikin ku herdu alî anîn gel hev û rojekê ji bo dîtina çareseriyê hewldan nekiriye, berovajî vê beşdarî wêrankirina Sûriyê û koçberkirina gelê wê bûye.

Dawiya daxuyaniyê, partiyan bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokrat û kesayetên welatparêz kir ku li derdora rojeya MSD’ê kom bibin û li hemberî komployên ku şoreşa gelê Sûriyê, nirx û armancên wê dikin hedef, bisekinin.

Hevdîtinên Tirkiyê û hikûmeta Şamê

Back to top button