Artêşa Israîlê êrişî bajarê Şamê kir

Bi derbasbûna sala nû re Artêşa Israîlê êirşên xwe li dijî xaka Sûriyê ranewestandin. Artêşa Israîlê şevê din bi moşekan êrişî bajarê Şamê kir û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din Artêşa Israîlê bi mûşekan êrişî Şamê kir.

Di êrişan de Balafirgeha Şamê ya navdewletî bû armanca êrişê û ji xizmetê derket.

Her wiha nuqeteyên Hizbullaha Lubnanî û çekdarên girêdayê Îranê yên li Başûrê Şamê hatin hedefgirtin.

Di ecama êrişê de, 4 leşker ji wan 2 ji nasnameya sûrî ne hatin kuştin.

Wezareta Veguhestinê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku pişt xebatên ji bo sereraskirinê, beşek ji balafirgeha navdewletî ku ji ber êrişan ji xizmetê derketibû, ket xizmetê.

Li Laziqiyê di pevçûnê de, leşkerekî hikûmetê hate kuştin

Çavdêriyê da zanîn li beravên Lazqiyê di encama şerê di nava komek kes de ku çek jî hatin bikaranîn, endamekî hikumeta Şamê hat kuştin..

Li Derayê ji ber êrişek nenas welatiyek hate kuştin

Li bajarê Hîran ê rojhilatê Derayê jî di encama êrişên çekdarên nenas de welatiyek hat kuştin.

Li Quneytera di teqîna mayînekê de 2 leşkerên hikûmtê hatin kuştin

Li başûrê Quneyterayê jî mayînek bi erebeya leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya û leşkerek li vir jî hat kuştin.hatibû bicihkirin, teqiya.

Di encamê de 2 leşkerekên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Back to top button