PENTAGON: EV YEK WÊ LI SER QONAXAN PÊK WERE.. ŞAMÊ JÎ EV YEK BI TEMAMÎ RED KIR

Piştî lihevkirina Enqere û Waşingtonê li ser avakirina odeyeke hevbeş, Pentagon dibêje wê ev yek li ser qonaxan pêk were û hikumeta Şamê jî vê yekê red dike.

 

Berdevkê wezareta parastinê ya Emerîkayê (Pentagonê) ragihand ku lihvkirina wan bi Tirkiyê re ya der barê herêma ewle de wê li ser gelek qonaxan were pêkanîn.

Li gorî berdevkê Pentagonê, Emerîka amade ye hinek gavan zû biavêje û hîna danûstandin bi Enqereyê re bi dawî nebûne.

Duh wezareta derve ya Trikiyê ragihand ku wê û Waşingtonê der barê odeyeke operasyonên hevbeş de li hev kiriye.

Berdevk Pentagonê got, wê ev odeyê li Tirkiyê be û teqez kir ku wê artêşa Emerîkî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bimîne heta DAIŞ’ê bi dawî bibe.

Îro jî hikumeta Sûriyê ev yek bi temamî red kir û got em avakirina herêma ewle li bakur û rojhilatê Sûrî qebûl nakin.

 

Leave a Reply

Back to top button