PARÊZER ONGOR: PÊWÎST E KOMÎSYONA MECLISÊ YEKSER BIÇE GIRTÎGEHA OSMANIYEYÊ

Girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rojane bi kirinên xerab û binpêkirinan re rû bi rû ne. Di vê çarçoveyê de girtiyên li Girtîgeha Osmaniyê bi rêya parêzeran binpêkirina mafan ku pê re rû bi rû mane ragihandin.

Girtiyên Jimara 2’an a Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê dimînin ragihandin ku her roj binpêkirina mafan zêde dibin .

Parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê 6’ê Tebaxê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û binpêkirina mafan a li ser girtiyan bi raya giştî re parve kirin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê parêzer Îlhan Ongor anî ziman ku girtî ji tu mafê sûdê wernagirin û rojname, pirtûkan nadin girtiyan û girtiyên nexweş jî nayên dermankirin.

Ongor got ev pêkanînên dijwar hemû ji ber helwesta kêfî ya rêveberiya girtîgehê pêk tên.

Ongor herî dawî banga lezgîn li hemû partiyên siyasî û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir û xwest şandeyek ava bikin û bi lezgînî biçin girtîgehê û pirsgirêkan li cihê wê lêkolîn û tespît bikin.

Leave a Reply

Back to top button