DAIŞ’Ê TEQÎNA TIRBESPIYÊ TEQÎN GIRT SER XWE

Doh li navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê teqînek rû da, di encamê de 3`ê zarokan jiyana xwe ji dest dan, îro çeteyên DAIŞ’ê ev teqîn girt ser xwe.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn nasnameya her sê zarokên di encama teqîna Tirbesipiyê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.

Li gorî Hêzên Ewlehiya Hundirîn navên zarokan wiha ne:

Îbrahîm Hisên El-Hemûd 11 salî, Ebdullah Hisên El-Hemûd 9 û Musa El-Abdullah 8 salî.

Li gorî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ev zarok ji bajarê Helebê ne û di encama şer de li Tirbespiyê hatine bi cih kirin.

Ajansa Emaq ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê, teqîna li Tirbespiyê rû daye ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê ev teqîn pêk aniye.

Leave a Reply

Back to top button