JI BO ÇOTKARÊN KU ZEVIYÊN WAN ŞEWITÎNE KAMPANYA ALÎKARIYÊ

Ji bo cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku zeviyên wan hatin şewitandin, li Ewropayê kampanyeke binavê (Rojava ji nû ve şîn bike) li ser înternetê hate destpêkirin.

 

Ji Qamişloyê heta Dêrikê, ji Hesekê heta Dêra Zorê, ji Reqayê heta Minbicê li qadeke berfireh zeviyên ceh û genim ên cotkaran ji meha Hezîranê ve ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

Li Ewropayê kampaniya Rojava ji nû ve şîn bike, tevî çandina daran û şînkirina qadan li Rojava, her wiha ji bo kooperatîfên ekolojîk jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin.

Amadekarên kampanyayê bi rêya “Crowdfunding” a li înternetê alîkariyê ji bo cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûrî kom dikin.

Tê payîn kampaniya mehekê bidome.

Her wiha Heyva Sor jî dest bi kampanyaya bi navê “Jinûve afirandina ji nava xweliyên xwe” kirin.

Li gorî desteya çandiniyê ragihand di encama şewata ku li herêmê rû daye nêzî 400 hezar donim erd şiwitî û gelek zerarên canî jî çêbûn.

Leave a Reply

Back to top button