Dorpêça li ser taxên Helebê dawî li jiyana mirovan tîne

Dorpêça hêzên hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Pêre jî rewşa mirovî ber bi karesetekê ve diçe. Bavê zarokê bi navê Wîsam Seydo ku duh jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku lawê wî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest ye

Ev zêdeyî mehekê ye, Hêzên hikûmeta Şamê dor li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê jî girtine û nahêlin ne pêdiviyên xwarinê, ne derman û ne jî sotemenî derbasî van deveran bibe.

Ev dorpêça şidandî, êdî dibe sdema mirina mirovan jî.

Ji ber nebûna sotemeniyê welatî û bi taybet zarok, nikarin xwe germ bikin û nexweşî li wan derdikevin.

Herî dawî, duh zarokê 4 salî yê bi navê Wîsam Seydo ku ji ber sermayê nexweş ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Bavê zarok Wîsam behsa bûyerê kir û diyar kir ku nexweşiya lawê wî ji ber sermayê bû.

Fewzî Seydo-bavê zarok Wîsam Seydo ku jiyana xwe ji dest da

Li gorî bijîşkên ku li rewşa Wîsam nerîne, dibêjin ku ew bi nexweşiya sermayê ketibû, sînga wî iltîhab girtibû û rewşa wî giran bibû, ev jî bû sedem ku bihna wî biçike û jiyana xwe ji dest bibe.

Rewşa bi hezaran mirovên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçê xirab e

Ji ber dorpça ku Firqeya 4’an a hikûmeta Şamê li ser welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ferz kiriye, jiyan bi hezaran sivîlên din jî di metirsiyê de ye.

Heta niha ti rêxistinên mafên mirovan ên Cîhanî jî, ji bo çareserkirina rewşê destwerdan nekirine û metirsiya kareseta mirovî li holê ye.

Back to top button