Welatiyên Xaneqînê: Li Xaneqînê her ku diçe xwendina bi zimanê Kurdî kêm dibe

Beşek ji welatiyên navçeya Xaneqînê eşkere kirin ku saziyên perwerdê yên diyar dikin ku li Xaneqînê bi awayek plankirî hewil tê dayîn xwendina bi zimanê Kurdî nemîne.

Welatiyên navçeya Xaneqînê diyar kirin ku ji ber biryarek ya hikûmeta Iraqê hewil tê dayîn beşek ji dibistanan werin girtin.

Derbarê rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Xaneqînê de welatiyê bi navê Karwan Murteza axivî û got:

“Mamostayên zimanê Kurdî yên ser bi perwerdeya Diyale kêmin.

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî li navçeyê ti hewildanek ji bo pêşxistina zimanê Kurdî nake.”

Welatiyê bi navê Casim Mihemed jî got: “Dibistanên bi zimanê Kurdî ti piştgiriyek ji hikûmeta Iraqê nagire. Lê pirsyarên ezmûnan hemû ji Bexdayê tên.

Ji ber vê yekê jî xwendekar berê xwe didin dibistanên bi zimanê Erebî.”

Endamê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Ehmed Mihemed ji Rojnews re axivî û got: “Wezareta Perwerdê ya Iraqê biryarek daye, li gor biryarê dibistanên Kurdî ku 50 xwendekar têda ne, divê werin girtin. Vê biryarê welatiyan xistiye nava fikaran.

Ji ber wê jî welatî zarokên xwe dişînin dibistanê Erebî.”

Back to top button