Dewleta Tirk careke din êrişî herêmê kir. Di seatên ber bi êvarê de dewleta Tirk bi balafireke bê mirov gundê Til-Tewîl ê Til-Temir bombebaran kir.
Balafireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker gundê Til Tewîl bombebaran kir.
Di encamê de zirarên madî çêbûn.
Duh bi şev jî balafireke bêmirov a biçek gundê Uca yê Til Temirê bombebaran kir.
Li vir jî ziyanên madî çêbûn.
Derdora navçeya Til Rifet hat topbarankirin
Dagirkeran di seatên nîvrojê de jî derdora navçeya Til Rifet a katnona Şehbayê jî topbaran kir.