QSD’ê: 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Operasyona Birûska Cizîrê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dewam dike. Di vê çarçoveyê de, QSD`ê îro li gurndewarê Holê 7 çete û li gundê Mergeda yê Hesekê 2 çete girtin.

Operasyona ”Birûska Cezîrê” ji 29 Kanûnê ve li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.

Heta niha bi dehan çete hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 6’an a Operasyonê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê operasyon Îro sibeha li gundên Sawî, Cenbe, Xan û mezreyên li başûrê rojhilatê Holê pêk hatiye ev agahî hatin dayîn:

“Dirêjahiya qada bejahî, li gundewarê rojhilatê bajarokê Holê zêdetir 63 kîlometre hate paqijkirin.

Hêzên hevbeş girtin ser baregehan û 3 çete girtin û xistin lêpirsînê

Li herêma Holê, hêzên hevbeş 4 kesên destên wan di revandin û talankirinê de hebûn jî girtin.

Her wiha li bajarokê Mergeda yê başûrê Hesekê, hêzên QSDʹê, bi desteka Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn.

Li vir jî girtin ser cihê 2 endamên şaneya terorîst û ew hatin girtin û miqdarek çek û alavên teknîkî hatin desteserkirin.”

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku van herdû çeteyan êrişî nuqteyên leşkerî û dewriyeyên ewlehiyê yên gundewarên Hesekê û Dêrazorê kirine.

Back to top button