Kurtefîlma ‘Jin, Jiyan, Azdî’ hate belav kirin

Derhênerê ciwan ê xelkê bajarê Kirmaşan ê Hêmin Bacelanî li ser hîmê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kurtefilmekî 3 deqeyî pêşkêşî Jîna Emînî û tevahiya azadîxwazan kir. Di fîlma bi navê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jinê hemû pora xwe ji ber dermanên kîmyawî ji dest daye. Dermanê xwe kom dike û difiroşe dermanxaneyekê. Bi pereyê dermanê xwe porek bi dest hatî çêkirin dikire. Dema ku vedigerî malê, pora kirî weke sembola nerazîbûna li hemberî hîcaba îcbarî li serê xwe dike û dibire.

Back to top button