Dadgeha Îranê cezayê bidarvekirinê li du xwepêşanderan birî

Dadgeha Bilind a Îranê, cezayê bidarvekirinê ya du kesên din erê kir ku tevlî xwepêşandanên protestoyî bûne.

5 kes bi sûcdarkirina kuştina endamekê Besîca girêdayê Parêzvanên Şoreşa Îranê li Kereca Tehranê, hatibûn mehkûmkirin.

Dadgeha Bilind, piştî li dosyeya 5 kesan temaşe kir, cezayê bidarvekirinê yê Mûhammed Mehdî Karamî û Seyîd Mûhammed Huseynî erê kir.

Dadgehê biryara bi darvekirinê ya li ser Hamid Gar, Huseyîn Mûhammedî û Reza Arya betal kir û biryar da ku ji nû ve bên darizandin.

Back to top button