Projeyên Xizmetguzerî li Rojhilatê Dêrazorê

Di 2022′yan de komîteya xizmetguzariyê ya Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzarî pêk anîn.
Komîteyê li tevahî herêmên rojhilatê Dêrazorê projeyên qîrkirina rêyan dan destpêkirin.
Di pojreyê de birêxistinkirina rêyan, xîzkirin û qîrkirinê pêk hatin.
34 hezar metrekab qîr li rêyan çû.

Endamê komîteya xizmetguzariyê ya rojhilatê Dêrazorê Xelîl El Hindawî, derbarê vê yekê axivî û got:

Llêçûna giştî ya sererastkirin û qîrkirina rêyan 630 hezar dolar bû.

Komîteyê di 2022′yan de 2 projeyên ronîkirinê li rojhilatê Dêrazorê dan destpêkirin.

El Hindawî diayr kir ku sererastkirina pergala ronîkirinê li tevahî rojhilatê Dêrazorê bi dawî bû.

Ji girîngtirîn projeyên komîteya xizmetguzariyê ya rojhilatê Dêrazorê, avakirina stasyona avê li gundê Ebû Herdob..

Û yek din jî li gundê Ebû Hemam bû.

komîteyê 3 jêderên avê ji stasyon Eliyat re ava kirin;

li bajarokê Şefa, li Keşkiyê û li Xeranîc û ew ava vexwarinê didin 64 hezar welatî.

Back to top button