
Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi çalakiyekê komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kirin.
Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li navçeya Fafînê kom bûn.
Di serî de endama rêveber a yekitiyê Cûdî Mihemed êrişa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya şermezar kir û got:
“Ev êriş berdewamiya plana qirkirina gelê Kurd e ..
Cûdî Mihemed destnîşan kir ku planên dagirkeriyê dê bi îradeya jina azad û gelê azad têk biçin.
Çalakî bi pêxistina mûman û pêşandina stranan ji aliyê Koma Yekitiya Jinên Ciwan ve bi dawî bû.