
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê yê berê John Bolton ji ber têkiliyên dewleta Tirk bi Rûsyayê re bang li NATO’yê kir ku endamtiya Tirkiyê ya natoyê têxin nîqaşê.
“Divê mirov endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê bide ber pirsan.”
Ev du sale dewleta Tirk ku endamê natoyê ye, him di şerê Sûrî de him jî di şerê Ukraynayê de li dijî berceweniyên NATO’yê tevdigere.
Li hember nêzîkatiya Tirkiyê Amerîka êdî aciziyên xwe tîne ziman.
Herî dawî Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê yê berê John Bolton derbarê mijarê de di rojnameya The Daîly Telegrapê de gotek nivîsî û got:
“Heya niha rayedarên Tirkiyê di mijara şerê Ûkraynayê de li dijî Rûsya helwestek nîşan nedane.
Tirkiye dewsa têkiliyên xwe yên bazirganî yê leşkerî bi Rûsyayê re betal bike, lê berovajî wê pêş dixe. Ev cihê nirxandinê ye.
Ji ber vê divê êdî mirov endamtiya Tirkiyê ya NATO’yê bixe nîqaşê.”