DENÎZ FIRAT: JINA ROJNAMEGER BÛ PÊŞENGA ÇAPEMENIYA AZAD

Jineke kurd e ku têkoşîna wê ji zaroktiyê ve destpê dike. Ev têkoşîn ji Bakûrê Kurdistanê destpê dike, heta Rojhilat dewam dike û li Başûr jî derdikeve asta herî jor. Ji bo ronîkirina heqîqetê, bi pênûs û Kamereya xwe dest bi rêwîtiya azadiyê dike. Piştî têkoşîna salan, di oxira gihandina heqîqetê de jî tevlî karwanê nemiran dibe. Belê em behsa Denîz Firat dikin. 

Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat sala 1984’an, li gundê Xecê Xatûn yê navçeya Çildêran a girêdayî bajarê Wanê ji dayik dibe.

Malbata Denîzê li ser bîr û baweriya kurdîtiyê dijîn. Malbat ji ber li gundên ser sînor yên di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de dijiyan, gelek caran rastî êrîş û zulma dewletnetewên li ser sînoran tê.

Ji ber zextên zêde sala 1990’î, Denîz bi malbata xwe re koçî bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê dibe.

Piştî demek kurt mayîna wan li Maku dikeve xeteriyê û ji neçariyê vê carê jî malbat berê xwe didin Urmiyê, piştî wê bi demekê ji neçarî vê carê jî malbat derbasî çiyayê Xakurkê nava gerilayan dibe.

Li wir Denîz û xwişka xwe Sarya beşdarî nava refên gerîla dibin.

Denîz salên dirêj ji bo têkoşîna jina Kurd û gelê xwe berxwedanî û xebat dide meşandin.

Piştî ku xebatên ragihandina azad pêş dikevin, Denîz bi dilxwaziyeke mezin sala 2007’an de derbasî xebatên çapemeniya jinê dibe.

Denîz ne tenê dibe rojnemevan ew di hemû aliyên jiyanê de xwedî kedek bêhempa ye.

Di çapemeniyê de hem xwe bi awayekî lez pêş dixîne û hem jî bi hevalên xwe yên di çapemeniyê de dibe alîkar.

Denîz demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan ku li qadên parastina medya tên çapkirin û ji bo radiyoya dengê welat bernameya rojeva jinê çêdike.

Sala 2011’an derbasî xebatên ragihandina YRD’ê dibe û li wir cihê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digire.

sala 2013’an de di konferansa rojnemevanan de Denîz weke koordînasyon tê hilbijartin û li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê pêşeya rojnamevaniyê dike.

Li wargehê rojname Rojeva Welat a heftane çap dike, li gel wê ji kanala Stêrk Tv re bernamên taybet amade dike û dema şerê de ji gelek tv’yên kurdî re nûçeyan çêdike.

8’ê Tebaxa 2014’an, di dema şopandina şerê di navbera Çeteyên DAIŞ û Gêrîlayan de, Denîz bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide.

Cenazeyê Denîz ji aliyê bi hezaran heval, rojnemevan û malbat, li gundê Xecê Xatûnê yê Wanê tê veşartin.

Denîz di nivîseke xwe de wiha dibêje:

Di komkujiya Şengalê de bi sedan mirov hatin kuştin.

Gelo van mirovan çi kiribûn ku bi vî rengî werin cezakirin, ango zarokên çend mehî, dayik, keçên nû gîhayî çima têne tewanbarkirin.

Leave a Reply

Back to top button