Şêniyên Minbicê şehîd newres Mûsa El Hemod oxir kir

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê QSD′ê Newres Mûsa El Hemod ku di dema li ser erka xwe ya leşkerî de şehîd bûbû bi merasîmekê oxir kirin.

Li goristanê, endamê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Kobanê axivî û got: “Gelê me bi saya şehîdan ji berê bi hêztir e û em ji çi rewşeke awarte re amade ne.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Ezo jî soz da şehîdan ku ew ê mîrasa wan biparêzin û li ser şopa wan bin.

Her wiha endamê rêveber ê HPC′ê Elî El Cimêlî jî axivî û got:

“Em ji kesên hewl didin me têk birin re dibêjin çer ku vî gelî ev leheng anîne, hûn nikarin me têk bibin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button