”Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e”

Siyasetmedarên Kurd Hasan Basrî Firat û Abdûllah Demîrbaş li dijî tecrîdê bertek nîşan dan û got :
“Tecrîda li dijî rêber Apo nîşaneye ku dewleta Tirk bi rengekî hiqûqî û adîl nêzî Kurdan nabe. “

Abdûllah Demîrbaş diyar kir ku CPT neçar e ku têkildarî serdana xwe ya dawî ya li Îmraliyê daxuyaniyeke cidî û têrker bide.

Demîrbaş anî ziman ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Ocalan weke polîtîkayeke şer bi kar tîne û got:

“Nahêle fikir û nêrînên Birêz Ocalan bigihêjin raya giştî û bi vî rengî şer kûr dike.

Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e.”

Siyasetmedar Hasan Basrî Firat jî dibêje :

Rêber Ocalan ji bo parastina maf û hiqûqa gelê Kurd li ber xwe dide û got:

“Dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan tune bike hiqûqa xwe û pîvanên hiqûqa gerdûnî bi cih nayîn e.”

Hasan Basrî Firat bang li gelê kurd kir ku polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk pûç bike.

Back to top button