Deshilata Îranê li Ciwanro hêzê belav dike

Li bajarê Cwanro nêzî hefteyekê ye Îran leşkeran lê belav dike.
Ji ber êşkenceya li girtiyan, li bajarê Kerecê grev berfireh dibin.
Di vê navberê de piştî zextên zêde lîstikvana sînemayê ya Îranî Terane Elîdostî piştî 19 rojan, hate berdan.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla girtin û binçavkirina çalakvanan dewam dike.

Tevî zext û çewisandinê jî nerazîbûnên gelan bi awayên cûda pêk tên.

Li bajarê Merîwanê duh hejmarek çalakvanên jin kom bûn û li dijî desthilatê dirûşme gotin û piştgiriya xwepêşandanan kirin.

Herwiha li bajarê Ciwanro ku nêzî hefteyekê, di bin serweriya leşkerî de ye, serdegirtina malan û girtina çalakvanan dewam dike.

Navê hinek kesên hatine girtin hatine parvekirin.

Herwiha li kolanan gelek hêzên leşkerî hatine bicih kirin.

Li bajarê Semîrom ê Esfehanê ku rojên borî xwepêşandan lê pêk hat, hêzên leşkerî lê hatine bicih kirin û pêla girtina çalakvanan didome.

Li bajarê Kerecê ji jinan grev

Li Girtîgeha Keçûyî ya bajarê Kerecê 15 jinên çalakvan ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, li dijî dewambûna girtin û nêzîkbûna hêzên dewletê dest bi grevê kirine.

Li gorî Komîsyona Şopandina Rewşa Kesên Hatine Girtin, ji destpêka serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” û heta niha 16 çalakvan di dema girtinê de û di encama êşkence û nedermankirina birîna wan de, jiyana xwe ji dest dane.

Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî di civînek li gel hejmarek jinên alîgirên deshilatê de got:

Mijara hîcaba Îslamî pêwîstiyeke rewa ye û ew ji wê yekê paşde gav navêjin.

Lîstikvana sînemayê Terane Elîdostî hate berdan

Li aliyekî din lîstikvana sînemayê ya Îranê Terane Elîdostî ji ber piştgiri dabû serhildanên gel ên li welat, ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatibû binçavkirin.

Terane Elîdostî doh piştî 19 rojan hate berdan.

Terane bi belavkirina çend wêneyên xwe li ser medya dijîtal piştevaniya xwe ya bi çalakiyan re nîşan dabû.

Piştî vê yekê 17’ê Kanûna 2022’yan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin.

Bi binçavkirina Terane Elîdostî re, nêzîkî 500 sînemavanên cîhanî ku di nav de lîstikvana xelata Oscarê wergirtî Kate Winslet banga li deshilatê kiribû ku wê berdin.

Back to top button