DIVÊ HEMÛ PARTÎ DI VÊ QONAXA HESTIYAR DE “LIHEVKIRINA ŞEREFÊ” MUHR BIKIN

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê ji bi helwesteke Netewî li dijî dagirkeriyê nîşan bidin, bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kirin.
Li ser vê bangê jî çalakvanên Hewlêrê diyar kirin ku gavên KNK’ê ji bo yekîtiya mala kurdî avêtine, gavine rast in.
Çalakvanan gotin ku pêwîst e piştgiriya van gavan were kirin û werin berfirehkirin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê ji bo helwesteke Netewî li dijî dagirkeriyê nîşan bidin, 27 Tîrmeha derbasbûyî, li Brukselê civînek li darxist.

Piştî civînê, beşdarên civînê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kirin ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.

Çalakvanên Hewlêrê jî li ser banga KNK’ê û hewildanên wê yên ji bo yekîtiya netewî ji “Rojnews”‘ê re axivîn.

Nivîskar û Endamê Rêxistina Pîşeya Mamostayan Mexdîd Hacî diyar kir ku gavên ku KNK’ê avêtine gelek rast in.

Bi taybet di vê rewşa niha de ku pêwîst e aliyên Kurdistanî û siyasî di vê qonaxê de eniyeke yekgirtî ava bikin.

Çalakvan û rojnameger Fazil Ebas jî li ser heman mijarê wiha got:

“Yekîtiya mala Kurdan û kombûna hêzên Kurd li her çar perçeyan, karekî baş e, eger niyeta wan baş be, wê encam jî baş be.

Lewma pêwîst e hemû partî lihevkirina şerefê mor bikin, ev gavên KNK’ê gavên girîng in.

Pêwîste ev gav berfireh bibin û piştgiriya wan were kirin, berjewendiya netewî bixin pêşiya her tiştî.

Leave a Reply

Back to top button