ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK 4 WELATIYÊN GUNDÊ FIRÎRIYÊ YÊ CINDIRÊSÊ REVANDIN

Li Efrînê revandina sivîlan û birina wan ber bi cihên nediyar ve, bênavber didome.
Herî dawî jî, li navçeya Cindirêsê.

Li gorî agahiyên ji herêmê ketine dest, 8 Tebaxê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Firîriyê de girt.

Di serdegirtinê de 4 welatiyên gund hatin revandin.

Navên wan jî ev in:

– Omer Ebdo hisên
– Heyder El Umo
– Muhened Mihemed Hasîde
– Mehmûd Hisên Ibêd

Leave a Reply

Back to top button