“Desthilata Başûr rê nade çekên kîmyewî bên lêkolîn kirin”

Endama Rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê diyar kir ku ​​​​​​​Desthilata Başûr rê neda êrişên kîmyewî bêne lêkolînkirin.

Evîn Cûma diyar kir ku Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û got:

“Deshilata Başûr rê nadin tu şandeyan ku biçin wir û bikaranîna çekên qedexekirî îsbat bikin.

Me berê hewl daye bi rêyên fermî şandeyên xwe bişînin Başûrê Kurdistanê ..

Lê belê rê nedane me.”

Evîn da zanîn ku ew naxwazin em bikaranîna wan çekan li cihê bûyerê îsbat bikin û wiha domand:

Ev çek bi agahiya wan hatine derbaskirin.

Hikumeta Iraqê jî rê nade.

Ji ber ku naxwaze xwe bixe bin barekî giran ku dê nekare bersiva wê bide.”

Back to top button