“Ji bo misogerkirina aramiyê em bi QSD’ê re ne”

Şênî û şêxên eşîrên li herêmê piştgiriya xwe bi Operasyona Birûska Cizîrê re nîşan dan û got:
”Destekdayîna Operasyonê, ji bo dabînkirina îstîqrariya herêmê, erkeke neteweyî û exlaqî ye.”

Welatiyê bi navê Casim El Xidêr diyar kir ku ew wek pêkhateyên Ereb, ji bo têkbirina şaneyên veşartî, destekê didin QSD’ê.

Mehmûd El Elî jî dibêje:

Destekdayîna QSD’ê ji bo dabînkirina îstîqrariya herêmê, erkeke neteweyî û exlaqî ye.

Basim El Ezîz jî tekez kir ku di demekê de ku tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde bûne, ev Operasyon di cih de bû.

Şêxê eşîra El Bû Mesre ya li Tebqayê Feysel El Cuma jî got:

“Operasyona Birûska Cizîrê dewama têkoşîna QSD′ê ya têkbirina terorê ye.”

Şêx Fehed El Şelaş ji Minbicê piştgiriya xwe bi QSD’ê re nû kir.

Back to top button