“Tecrîd perçeyeke ji siyaseta tunekirina Kurda ye”

Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr balkişan li ser xurtkiran têkoşîna li dijî tecrîdê û got: “Eger tecrîd nehatibe şikandin û azadiya fîzîkî misoger nebûye, hingî divê em rexnedayina xwe bikin..”
Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo dewam dike û bi tu awayî agahî ji Îmraliyê nayê girtin..

Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kir.

Ferzende Mûnzûr anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan parçeyek ji siyaseta tunekirina Kurdan e û got:

“Dewleta Tirk nahêle dengê Rêber Ocalan bigihêje gelan.

Dixwaze bi vî rengî encamê bi dest bixe.

Ji bo vê jî hiqûqa navneteweyî û ya Tirkiyeyê dide aliyekî.”

“CPT erka xwe pêk nayne”

Mûnzûr diyar kir ku CPT di navbera 20-29’ê Îlonê de serdana zindanên li Tirkiyeyê kir û got:

“CPT rol û mîsyona xwe ew e ku ji bo sererastkirina şert û mercên zindanan, destwerdanê bike.

Lê mixabin CPT vê wezîfeya xwe pêkneanî.

Diviyabû binpêkirinên li zindanan bişopanda.

Pêwîstî bi dayina daxuyaniyê jî nabîne.”

“Têkoşîna li dijî tecrîdê divê bê xurtkirin”

Mûnzûr diyar kir ku li Rojhilata Navîn û cîhanê gelek înîsiyatîf, saziyên mafên mirovan hene û wiha domand:

“Divê em xwe bigihînin wan..

Bi wan re tevbigerin û têkoşînê mezin bikin.

Ji aliyê hiqûqî ve jî em ê bikevin nava hewldanan ..

Îsal em ê hewl bidin destketiyên nû biafirînin.

Destketiyên nû, bidawîkirina polîtîkaya qirkirinê bi bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dibe.

Ji bo wê jî divê em têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bilintir bikin.”

Back to top button