Wê sibe li Parîsê li dijî komkujiyan çalakiyek girseyî pêk bê

Ji bo şermezarkirina komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ku tê de sê jinên şoreşger û pêşeng hatin şehîdxistin, rêxistinên Kurdistanî yên li Ewrûpa bang li gel kir ku 7’ê Çileyê dakevin qadan.

Gelê Kurd ji bo salvegera 10’an a Komkujiya Parîsê ya 2013’an di nava çalakiyan de ne.

Bi boneya salgevera şehadeta 3 Jinên têkoşer ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku bi reşkujî hatin şehîdxistin sibê wê li Parîsê çalakiyek girseyî were li dar xistin.

Ji bo çalakiya şermezarkirinê gelek rêxistin û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa daxuyanî dan û banga beşdariya çalakiyê kirin.

Rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropa banga beşdariya meşa li Parîsê kir

Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de dan zanîn bi komkujiya yekem a Parîsê re dewleta Tirk şerê qirêj ê li Kurdistanê biriye Ewropayê, Komkujiya duyemîn a Parîsê jî tê wateya kûrkirina vî şerî û êdî li ser gelê me yê li Ewropayê jî teror tê kirin.

Rêxistinan ji welatparêz û dostan xwestin ku herkes beşdarî çalakiyê bibin û dawî bang li rayedarên Fransayê kirin ku li dijî her du komkujiyan bi berpirsyariya xwe rabin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî bi daxuyaniyekê ji bo meşa 7’ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

KONGRA-GEL diyar kir em li Parîsê bibin dengê xurt ê şehîdan û got:

“Em soz didin ku rejîma Erdogan a faşîst hilweşînin û bersivê bidin bîranîna wan.”

Berdevkiya YJK-E’yê û Hevserokên KON-MED’ê jî ji ber salvegera 10’an a qetilkirina 3 şoreşgerên Kurd ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin şehîdxistin, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de meşa 7’ê Çileyê ya li Parîsê hate bibîrxistin û bang li Kurdistaniyên li Elmanya û dostên gelê Kurd hate kirin ku li dijî van êrîşan û ji bo ronîkirina komkujiyan li Parîsê kom bibin.

Back to top button