Endamê Komîteya Navendî ya PKK Murat Karayilan komkujiya Parîsê nirxand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, hikumeta Fransayê berpirsyar e ku berpirsyarên 2 komkujiyên li Parîsê hatin kirin, eşkere bike û diyar kir, gelê Kurdistanê li benda vê yekê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî pêvajoyê bersiva pirsên ajansa Firatê da.

Mûrat Karayilan şehîdên şehîdên komkujiya duyemîn ya Parîsê bibîranî û wiha balkişand li ser kesayeta şehîdan:

“Mîr û Abdurrahman sembola welatparêziya kûr a kurd bûn.

Têkoşîna Mîr Perwer wek hunermendekî Kurd ê welatparêz nîşan dide ku cewherê wî çiqas kûr e.

Dîsa Abdurrahman Kizil xwedî rastiya azadîxwaz û kedkarê bi dehan salan e.

Hevrê Evîn Goyî milîtana azadiyê ye û pêşenga xeta jina azad a bi taybetmendiyên xwe yên takekesî, dilpakî, cidiyet û keda xwe ya kûr a bi salan pêşeng bû.

Şehadeta Hevrê Evîn ji bo Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ne windahiyeke asayî ye.”

“Di şexsê heval Evîn de xeta Jina azad hate armancgirtin”

Karayilan dazanîn ku Komkujiya Parîsê bi destê MÎT’ê bi plan hatiye kirin.

Û wiha berdewamî da axaftina xwe:

Heval Evîn Goyî hedefbû, bi zanebûn hate armancgirtin.

Bi vî awayî tê xwestin ku rê li pêşiya Xeta Jina Azad bigirin ku xeta Rêber Apo ne tenê di nava civaka Kurdistanê de, di asta navneteweyî de jî belav kirin.

Ji ber vê yekê eşkere xuya dibe ku 2’emîn Komkujiya Parîsê jî weke komkujiya 9’ê Çileya 2013’ê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye plankirin.

“Heger nêzîkatiyeke adil çênebe Fransa di bin berpirsyariya wê de bimîne “

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, hikumeta Fransayê berpirsyar e ku berpirsyarên 2 komkujiyên li Parîsê hatin kirin, eşkere bike û ev bang kir:

“Dewleta Fransayê mecbûr e ku berpirsên van herdu qetlîamên di nava 10 salên dawî de hatin kirin, eşkere bike.

Hemû gelê Kurdistanê li hêviya vê yekê ye.

Nêzîkatiya derdorên demokratîk ên Fransayê ji bûyerê re erênî û dostane ye.

Divê hikûmet jî heman helwestê nîşan bide û sûcdaran eşkere bike.

Rêveberiya dewleta Fransayê ya niha di vî warî de bi ceribandinekê re rû bi rû ye. Wê berjewendiyên qirêj ên siyasî û aborî esas bigire yan qanûnê?

Wê di vê demê de ev eşkere bibe. Eşkere ye ku eger nêzîkatiyeke rast û adil nebe wê dewleta Fransayê berpirsyar be. ”

Karayilan: Emê teqez hesabê komkujiyan bipirsin

Di dawî de Karayilan teqezkir ku wê hesabê her du komkujiyên parîsê bipirsin û bang li hemû kurdistaniyên li Ewropayê kir ku bi awayekî girseyî beşdarî çalakiya 7’ê mehê bibin

Back to top button