ŞERVANÊ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ XALID HEMÛD LI SERÊ KANIYÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Li Serê Kaniyê û Reqayê merasîmên şehîdan hebûn.
Bi sedan welatiyên herdu bajaran 2 cangoriyên azadiyê bi merasîmên cuda li goristanên şehîdan oxir kirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Hemûd 6’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, li Dêra Zorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê termê şehîd ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi peyatî berê xwe dan goristana Şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê, toraneke leşkerî ji aliyê YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Erka Xweparastinê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û teqez kirin ku tu kes nikare ewlehî û aramiya herêmê ya bi xwîna şehîdan pêk hatiye, têk bibe.

Di dawiyê de, termê şehîd di nava sloganên silavkirina şehîdan û tilîliyên dayîkan de hat oxirkirin..

 

LI REQAYÊ JI ALIYÊ ŞÊNIYAN VE HAT OXIRKIRIN

 

Li Reqayê jî, şervanê QSD’ê Emar Ehmed dema erka xwe ya leşkerê pêk dianî şehîd bû.

Bi dehan welatiyên Reqayê piştî wergirtina termê şehîd, bi karwanekê ber bi goristana Hikumiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Reqayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de termê şehîd di nava sloganan de hat oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button